Dîcle Bihar
Rojhilata navîn di nav kaoseke mezin de ye. Pergalên ku di vê herêmê de bi destên modernîteya kapîtalîst hatin sazkirin sedama vê yekê ne. Sîstema ku modernîtya kapîtalîst daye çêkirin karakterê wê netew-dewlet e. Ev pergal di Rojhilata Navîn de gelê Ereb kiriye 22 welat. Gelê Kurd kiriye çar parçe.
Li ser gelê Kurd siyaseta îmha û înkarê daye meşandin. Di nav gelên din de jî zihniyeta netewperest pêşxistine û vê jî bi xwe re pir alozî, qirkirin û komkujî aniye. Di encam de bi salan e ku gel, mezheb, ol û çandên cuda şerê hev dikin. Vê jî rê li ber aloziyan vekiriye. Modernîteya kapîtalîst di kesayeta netew-dewletê li hemberî çanda Rojhilata Navîn ketiye nav şereke mezin. Êdî ev rewş gihîştiye astekê ku civaka Rojhilata Navîn rojane întîharê dijî. Wiha jî di nava hemû beşên civakê alozî û kaso tê jiyîn. Ji malbatan bigre heya qada aborî û huqûqê, her der zemînê aloziyê ye. Lê di salên dawî de gelên Rojhilata Navîn li pêşberî vê rewşê teqiyan. Serhildanên ku ji sala 2010’an heya niha dewam dikin, ku ji Tûnisê destpê kir û gihîştiye Sûriyê, vê nîşan dide.
Di esas de tişta ku bû sedem civak şiyar bibe û mafê xwe daxwaz bike, li beramberî pergala desthilatdar bertek dijwar nîşan bide, çavkaniya xwe ji serhildana gelê Kurd a 30 salan digre. Bizava azadiya gelê Kurd ku di nav berxwedaneke mezin de ye, ji bo gelên Rojhilata Navîn bûye mînak. Bi teybet jî ciwan rabûn û nerazîbûna xwe li beramberî zilm, zor û neheqiya pergalên hakim diyar kirin. Mirov dikare bêje dînamîkên Rojhilata Navîn rabûne ser xwe, îsyan dikin. Ji ber vê jî ev merhele dewam dike. Lê belê pergala navnetewî ya desthilatdar ev rewş bi baldarî şopandiye, ji bo vê rewşê jî li gor berjewendiyên xwe bikar bîne, ketiye nav hewldanan. Ew pergala netew-dewletê ku dîktatorî pêşxistiye û xwe li ser civakê ferz dike, ruxmî ku bixwe jî berhema modernîteya sermayedar e, nema têra berjewendiya wan dike.
Modernîteya kapîtalîst a navend rojava dixwest li gor berjewendiyên xwe dirûveke nû bide pergala nû ya herêmê û pêşiya serhildana gelan bigre. Serhildanan di çarçoveya sûd û faydeya xwe bikar bîne. Ji bo wiha bibe, durûşmeya azadî, mafdarî û hilweşîna pergala serdest anî ser ziman. Di esas de ferq kirin ku pergalên heyî nema bikêr wan tên û civak wan napejirîne, ji bo ku hebûna xwe dewam bikin û pêşiya guhertineke mezin li herêmê bigrin, dan xuyakirin ku guhertin çêbûye, lê belê di esas de şoreş dizîn. Pirsgirêk çareser nebûne. Li Tunûsê hukûmet ket, lê belê pirsgirêk dewam dikin. Li Misrê pergala Mûbarek hilweşiya, lê belê aloziya wir her diçe kûrtir dibe. Yên ku desthilatdarî girtin pirsgirêk çareser nekirin û ciwanên Misrê niha jî di meydana Tehrîrê de serhildan dikin. Rewşa Lîbyayê xirabtir bûye. Li Sûriyê destpêkê serhildanên gel pêşketin. Gelê Kurd jî di wan serhildanan de kêfxweşiya xwe anî ziman, tevlî bû. Lê belê bi salan e gelê Kurd di Sûriyê de berxwedanî dikir, beriya ku civaka Sûriyê dest bi serhildanê bike, Kurdan ji salên mêj ve serhildan destpê kiribû. Telebên xwe yên demokratîk dianî ser ziman. Dixwest ku telebên wî yên demokratîk werin bicih anîn. Li ser vê bingehê jî meş û serhildan pêşdixist. Jixwe serhildana 12’ê Adarê ya li Qamîşlo nimûneya herî berçav a vê bû. Bingeha şoreşa Sûriyê xwe dispêre vê rastiyê.
Wek din bi salan Rêber APO li Rojava jiya, wir kire navenda bizava azadiya gelê Kurd. Gelê Rojava ji pir şoreş û serhildanên Kurdîstanî yên li parçeyên din re alîkarî kiriye, lewma ev ji bo şoreşê bû bingeh. Di esas de jî Rêber APO li wir şoreşa civakî pêkanîbû. Asta zanebûneke pir mezin dabû çêkirin. Di civakê de guhertinên pir mezin, şoreşeke mezin a civakî hebû. Pergalek ava bibû ku Kurdan bêyî dewletê, dikarîn jiyana xwe bidin meşandin. Ev jî bingeha şoreşê bû.
Di Sûriyê de pir mezheb, çand, etnîk, bawerî û olên cihê dijîn. Dîrok û dahatuyeke wan a hevbeş hebû. Ev jî faktoreke mezin ji bo demokrasiyê bû. Ango ruxmî pergala netew-dewletê ku yekrengî, yek-ziman, yek ol û yek netew ferz dikir, di nav civakê de tevnên parvekirin û hevjiyanê wek kevneşopî xwe dewam dikir. Zext û zordestiya dewletê li ser beşên cihê yên civakê bû sedem ku hêrs û aciziyeke mezin di nav civakê de gur bibe. Dewletê bi rê û rêbazên cuda ku pêk dianî civak difetisand. Bi taybet jî piştî komploya 9’ê Cotmehê ango derketina Rêber APO ji Sûriyê di polîtîkayên dewletê de guhertin çêbû û bi şûna rêbazên nerm ku berê pêk dinaîn, serî li tundî û şîdeteke hişk dan. Bi dewleta Tirkiyê re îtîfaqa Edenê îmze kirin û di konsepta înkar û îmhaya gelê Kurd de çalak rol hilgirtin. Di vê çarçoveyê de pir kes hatin girtin. Di girtîgehan de îşkence û zextên dijwar pêk anîn. Babê Cûdî, Mamoste Osman şehîd kirin. Nazliye Keçel jî ku rewşa wê hîna nediyar e, lê belê bi îhtîmale mezin ew jî hatiye şehîdxistin. Wek din jî li ser pir kadro û welatparêzan îşkenceyên herî giran pêk anîn. Lê belê bizava azadiyê êşên xwe diqulipîne hêz û quwetê. Lewma êşên gelê Kurd li Rojava ji bo şoreşa azadiyê bû bingeh.
19’ê Tîrmehê gelê me li Kobanê dest danî ser rêvebiriya bajêr û li ser vê bingehê şoreş bi vê rojê tê binavkirin. Lê belê şoreş beriya vê dîrokê destpê kiribû. Dema ku li Sûriyê şoreş destpêkir, Kurdan di serî de xeta xwe diyar kirin. Xeta dewletê statukoparêz bû û xeta muxalefetê projeya wî nediyar bû. Muxalefet bêtir di bin bandora hêzên derve de bûn. Herwiha gelê Kurd jî nedipejirandin. Wiha jî du xetên cihê li Sûriyê pêşketin, lê Kurdan xeta sêyemîn ji xwe re esas girtin. Xeta sêyemîn xeta civaka demokratîk û azadiyê bû. Kurdan ew xet hilbijartin ku nekevin jêr bandor û kontrola ti hêzekê, bibin ayîdê xwe, xwe birêve bibin. Ev xîm û zemînê şoreşa 19’ê Tîrmehê bû. Ya herî girîng jî Kurd xwedî plan û proje bûn. Jixwe plana dewletê ya înkar û îmhayê dihate nasîn, lê plana muxalefetê zelal nebû. Ruxmî ku rêxistin û tevgerên cuda di nav şoreşê de cih girtin, lê belê plan û projeyeke şênber ku bikaribe xîtabê pêşeroja civakê bike, nebû. Projeya Kurdan diyar bû; Xweseriya Demokratîk. Bi diyarbûna xeta azadiyê ya gel, vêcarê jî gel rabû serhildanê. Gel xwedî li xeta Xweseriya Demokratîk derket. Serhildana gelê Kurd bi awayeke demokratîk û aştiyane pêşket.
Di vir de yek ji xala girîng jî gelê Kurd tenê bi telebkirina çareseriyê ve bisînor nema, ango hem xwestekên xwe anî ziman, hem jî li benda ti hêzê nema ku jê re çareseriyê pêşbixîne. Xwe bi xwe çareseriya xwe pêşxist. Yanî xwe birêxistin kir. Wek mînak dibistanên zimanê Kurdî vekir, saziyên xwe yên çandî, jinê, ciwan, tendurûstî û hwd. vekir. Her çend ku zextên dewletê hebû jî, lê ji ber karî polîtîkayeke rast bide meşandin, gel xwedî li pergala xwe derket û dewletê nekarî li hember derkeve. Ya herî girîng bêguman pergala xwe ava kir. Destpêkê wek TEV-Dem bizava civaka demokratîk birêxistin kir. Piştre jî meclîsên gel hatin sazkirin. Ji bo meclîsan jî hilbijartin pêşketin. Di dîroka Sûriyê de cara yekem ji bilî dewletê, bizava azadiyê hilbijratin pêk dianî û gel ji bo hilbijratina endamên meclîsa xwe çu ser sendoqên dengdayînê. Heyecan û tevlîbûneke mezin nîşan da. Bi taybet bi rêya meclîsên bajêran hema bêje piraniya pirsgirêkên ku derketibûn, hatin helkirin. Lewma jî saziyên dewletê bê erk û bêkar man. Jixwe dewletê zext li gel kiribû û hebûna wê bêwate bibû. Wek din muxalefet jî bi dewletê re dest bi şer kiribû, hebûna dewletê li wir (Kobanê) ji wateyê ketibû, heta xeterî li ser civakê çêdikir. Her wiha hin plansazî hebûn dixwestin pergala Kurdan vala derbixînin. Ji ber vê jî bi rêya çete û hin derdorên terorîst dixwestin bajêrên Kurdan bigrin bin destên xwe. Li beramberî vê rewşê jî gelê Kurd bi taybet li dijî polîtîkayên ku xweser li Kobanê dixwestin pêk bînin, saziyên dewletê ku rewabûna wan nemabû, ji wir derxist. Gel dest danî ser rêveberiya xwe.
Elbet hin sedem hebûn ku yekemîn pêngav li Kobanê hate avêtin. Ji ber yek ji taybetmendiyên Kobanê ew e ku di dîroka bizava me û gel de ciheke wê ya taybet heye. Nêzîk Rihayê ye. Di navbera Kobanî û Sûrûcê tenê têl hene. Riha jî ciheke stratejîk e. Di pêşketinên di Rojhilata Navîn de jî xwedî rol e. Bi vî awayî Kobanê jî di şoreşên civakî de xwedî rol e. Wek din cihê ku yekem car Rêber APO li Rojava hatiye Kobanê bû. Cihê ku bizavê yekem xwe lê birêxistin kir û pêşket Kobanê bû. Bi 19’ê Tîrmehê re jî Kobanê careke din xwedî li dîroka xwe derket, vebûneke mezin kir.
Jixwe gelê me yê Kobanê xwedî taybetmendiyê welatparêzî û wêrek e. Li ser vê bingehê ku xeteriyên li derdora xwe dît, gelê me dest danî ser hemû sazî û dezgehên dewletê. Ev pêngaveke dîrokî bû, zorî û zehmetiyên xwe jî pir bûn. Di serî de divê mirov bal bikişîne ser coş û kelecana gel. Dema gel bihîst ku pêwîst dike gel bixwe bajêrê xwe birêve bibe, li ser vê bingehê hemû daketin kolanan û bajêr girtin destên xwe. Gel bixwe bajêr girt, piştre jî YPG’ê wek hêza parastina gel xwe îlankir. Beriya wê keç û xortan bi înîsiyatîfa xwe parastina xwe birêxistin dikirin, lê ku bajêrê Kobanê girtin bin kontrola xwe, pêwîstî bi hêzeke birêxistinkirî ya fermî dîtin û hêza YPG’ê hate tenzîmkirin. Bi rêya YPG’ê jî li dijî êrîşên çete û hin aliyên dewletê xeta parastina rewa hate bikaranîn.
Di têkoşîn û şoreşa li Rojavayê Kurdistanê de armanc ew e ku em bikaribin statûya gelê Kurd qezenc bikin û sîstema Xweseriya Demokratîk avabikin. Ger pergalek nû li Sûriyê saz bibe dê gelê Kurd di nav de bi awayeke rewa cihê xwe bigre. Îro ku demek bi ser yekemîn pêngava şoreşê dibore, ger mirov lê binêre dibîne ku ev pêngava ku li Kobanê destpê kir, li Efrînê dewam kir, li Cizîrê jî gihîşte lûtkeyê, pir destkeftiyên mezin bi xwe re aniye. Niha 9 bajêr di kontrola gel de ye. Gelê Kurd xwedî hêza siyasî û ewlekariyê ye. Di qada siyasî de hemû rêxistin û tevgerên Kurd ên li Rojava tê de cih digrin ku jê re Desteya Bilind tê gotin. Elbet ev pêşketinên berbiçav in. Bi şoreşa 19’ê Tîrmehê ve înkara li ser Kurdan li Rojava hate şikandin. Pir hêzên navnetewî heya wê rojê qet behsa maf û hebûna gelê Kurd li Sûriyê nedikirin, lê belê îro nema dikarin hebûna Kurdan înkar bikin. Rejîm û muxalefet jî nikarin êdî gelê Kurd înkar bikin. Gelê Kurd statûya xwe dide pejirandin. Ji destpêkê ve pir êrîş li beramber gel pêşdixin, niha jî dewam dikin. Li Eşrefiya Helebê, Serêkaniyê, Qamîşlo û Efrînê êrîş hatin kirin, gelê me ketiye nav berxwedaniyeke mezin.
Niha hîna jî mêzînên li Sûriyê zelal nebûne, ango hîna kesek bi tevahî biser neketiye. Şoreş û têkoşîn berdewam dike. Lê şerê heyî tenê ne şerê di navbera civak û rejîmê ye, pir destên cuda ketiye nav de. Hêzên navnetewî û hin hêzên herêmî di nav vî şerî de ne. Bizanebûn hîna bêtir aliyê mezhebî û tayife didin pêş. Dikare were gotin ku şerê cîhanê yê sêyemîn niha li Sûriyê diqewime. Herî zêde civaka Sûriyê zerer dibîne û bêhêz maye. Ji ber ev şer li beramberî civakê tê meşandin. Gelê Kurd û Bizava Azadiyê bi polîtîkaya ku da meşandin destûr neda ku ev şerê qirêj û jirêderketî were bajêrên Kurdan. Nehiştin ku koçberî û wêranî zêde rû bibe, berxwedaniye mezin hate pêşxistin û hîna jî tê pêşxistin.
Bi pêvajoya ku Rêber APO ji bo demokratîzekirina Rojhilata Navîn û çareseriya pirsgirêka Kurd daye destpêkirin, bandora vê li ser rojava jî çêbû. Yên dixwazin vê pêvajoyê xira bikin, di vê demê de bi rêya çeteyan li dijî statûya gelê Kurd li Rojava êrîş dikin. Lîstok li ser vê esasê ye û şerê li Efrînê xwe dispêre vê polîtîkayê. Ji vî şerê qirêj jî bêguman gel ji pir hêlan ve bandor dibe. Di mijara aborî û bandora neyînî ya şer zorî dikêşe. Pir birîndar û şehadet çêbûn. Lewma divê were zanîn ku hîna şoreş temam nebûye.
Jinên Rojavayê Kurdistanê bi destpêkirina têkoşîna azadiyê rêxistina xwe ya xweser jî avakirin. Yên ku destpêkê malên xwe ji rêxistinê re vekirin jin bûn. Bizava Azadiyê bi germî hembêz kirin. Bi sedan jin tevlî şoreşê bûn, pêşengtî kirin. Hîna jî di klaman de navê wan ser zimanan e. Behsa destan û lehengiya wan tê kirin. Kesayetên pêşeng derketin û mîraseke bêhevta pêşxistin. Li ser vê bingehê jina Kurd li rojava xwe birêxistin kir. Di salên ku li wir kesekî nediwêra rêxistina xwe saz bike, kongre çêbike û meşan pêşbixîne, jina Kurd di bin sêwana Yekîtiya Star de xwe di sala 2005’an bi awayeke resmî birêxistin kir. Ji bo demokratîzekirina civakê Yekîtiya Star bitevger bû û di vê çarçoveyê de di nav civakê de hêzeke xurt hate afirandin. Di demên ku kesekî cesaret nedikir meş lidar bixîne, jinên Kurd meş dikir, daxwazên xwe yên demokratîk dianî ser ziman. Li beramberî zilm û zoriya dewletê nerazîbûna xwe diyar dikir. Ji ber vê jî pir jin hatin girtin, ji îşkenceyan derbas bûn. Bi pêvajoya şoreşê jinên Kurd jixwe xwedî rêxistinbûneke berfireh bûn, di her qadê de jî çalek cih girtin. Jin xwedî li dibistanên destpêkê derketin. Mamostetî kirin. Di şoreşa Rojava de pêşengtî jinan kir û niha jî vê rola xwe bi layiqî dewam dikin. Jinên Kurd bi jinên Ereb, Mesîhî, Asûrî, Sûryanî re dixwazin hevgirtin û platforemeke hevbeş avabikin, hewldanên vê hene. Di kêleka vê de kongreya jinê hate lidarxistin, encamên pir girîng derketin holê. Jinên Kurd ji bo serxistina şoreşa demokratîk zehf erkên giran daye ser milên xwe. YPJ wek hêza parastina jinê xwe bitevger kiriye. Artêşbûna jina Kurd li Rojava bûyereke girîng e. Bedelên mezin jî hatine dayîn, wek tê zanîn di vê pêvajoyê de ji bo parastina civakê li Helebê Gulê Selmo, herî dawî jî Meryem Ehmed şehîd bûn. Em wan jî bi minet bi bîr tînin.
Di demên awarte de pirsgirêk jî zêde ne û mixabin rewşa şer herî bêtir jî li jinan bandoreke neyînî dike. Pirsgirêkên civakî derdikevin pêş. Di Sûriyê de îro kuştin, destavêtin û destwerdana jinan pir zêde ye. Fuhûş pir dane pêş. Koçberî heye. Wek bizava jina Kurd erka me ye ku em rewşa neyînî ya heyî biguherin. Ji bo vê jî hewce dike em civakê ber bi şoreşa demokratîk ve bibin. Heke şoreşa jinê pêşbikeve wê şoreş biencam bibe, bigihîje armanca xwe ya esasî. Hîna şoreş dewam dike. Êrîş pêk tên û hin derdorên cuda dixwazin kontrola herêma Kurdan bidest bixin. Gavên ku bêne avêtin zehf in, di serî de pêwîstî heye ew destkeftiyên heyî mayînde bibin. Wek din yekîtiya Kurdan jî hewce dike. Kurd dê ji Sûriyeya nû ya demokratîk re jî pêşengtiyê bikin.
Em dizanin azadî bê bedel û zehmetî nabe, me heya niha bedelên giranbuha dane, ji vê demê pêve jî bi qasî hewce bike, ji bo azadî û demokrasiyê em ê têkoşîna xwe bilind bikin.