Bi wesîleya 37’emîn roja vejîna gelê Kurd, roja bîr, bawerî, zanebûn û xwebûyinê 15’ê Tebaxê, di serî de di şexsê fermandarê pêngava dîrokî rêheval Agîd de, em tavahî şehîdên şoreşa Kurdistanê bi rêz û minetdarî bibîrtînin. Her wiha em cejna vejînê di serî de li Afrînerê pêngava dîrokî Rêber Apo, li tevahî gerîlayên ku îro bi rihê Agîdan şer dikin û bi biryardariya Bêrîtanan li ber xwe didin; dîsa hevalên di girtîgehan de yên ku ji destpêka pêngavê û heya roja îro berxwedanekî dîrokî dinivisînin, li tevahî gelê Kurdistanî û jinên Kurd pîroz dikin. Em, biryardariya xwe ya şopdariya xeta şehîdan dubare dikin.
Pêngava dîrokî a 15’ê Tebaxa 1984’an, di dîroka gelê Kurd de weke destana şerekî hemdem yê li ser hîmê fikir, zanebûn û bîrdoziya Apogerî li dijî zihniyeta dewleta Tirk ya dagirker, faşîst û qirker dest pê kir. Dewleta Tirk a faşîst û qirker xwe li ser hîmê tinekirina gelê Kurd, înkara çanda wê û yên gelên cuda ava kiriye. Ji bo vê avakeriya xwe ya bi hişmendiya nijadperestiyê re qehîm kirî biparêze her tim, serî li polîtîka û siyaseta tunekirin û qirkirinê da û dide. Ev siyaseta qirkirinê heya roja îro berdewame û di şexsê AKP-MHP’ê de, pêvajoya xwe ya herî faşîzane dijî. Zihniyeta cunta 12’ê Îlonê jî li ser bingeha bi temamî tunekirina pêşengên gelê Kurd, şikandina berxwedana wan û înkara rastiya Kurdistanê hate pêşxistin. Beriya niha bi 37 salan, li Kurdistanê rastiya Kurdayetî û çanda wê, rastiya jin û civakbûyînê di rewşekî bêhêvîtiyê de bû. Pêngava 15’ê Tebaxê, beriya her tiştî ew bêhêvîtiya di jin û civakbûyîna Kurdistanî de hatibû çandin ji hev belav kir. Serdema şerê gerîla li Kurdistan û Rojhilata Navîn, ji çiyayên Kurdistanê û bi pêşengiya Rêber Apo weke lehiyê herikî û mezin bû. Li ser vê bîr û baweriyê pêngava 15’ê Tebaxê, li dijî zihniyeta înkar û tunebûnê bû pêngava jîndarkirina hebûna gelê Kurd û rênîşana heqîqeta jina şerker û berxwedêr.
Bi pêşxistina pêngava 15’ê Tebaxê re tevlîbûna jinê ya nav şerê çekdarî, bi demê re bûyîna artîşa jin di rastiya Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê de weke gava yekem bû. Ji bo rastiya civaka Kurdistanê, şert û mercên wê demê jî gavekî şoreşî bû. Li hember hovîtî û polîtîka faşîst a dewleta Tirk ku di her demê de jin kiribû hedefa xwe ya sereke, jinan bi tevlîbûna nava refê berxwedanê bersiva herî bi wate û mezin dan û ji tevahî jinan re bûne pêşengê berxwedanê. Di tekoşîna 37 salan de rastiya gerîlatiya jin pêşxistin û bi heqîqet kirin bi qasî gavekî zehmet bû, ewqasî jî gavekî şoreşgerî û şoreşî bû. Xeta parastina cewherî ya ku di pêşengiya bîrdoziya azadiya jin de pêşket û mezin bû, di roja îro de bandora xwe li tevahî jinên Rojhilata Navîn û Cîhanê kiriye. Li hemberî pergala desthilatdar ya mêr, di roja îro de zanebûna xwe parastinê di jin de şênbertir xûya dike. Ev zanebûn û hişmendiya pêşketiye xwe dispêre rastiyek hatiye jiyîn. Ew jî rastiya xeta fermandariya jin û milîtaniya wê ye. Ji Sarayan heta Bêrîtan, Zîlan û Delalan xeta jina berxwedêr, fedaî û tekoşer bi çand û heqîqeta xwedawandên li ser vê xakê jiyîn re ji nûve hate meyandin û di roja îro de rehên xwe di mêjî û dilê bi hezaran jinan de çandiye. Ev heqîqete ya ku jinan li dora fikra Rêber Apo û tevgera wê ya jin kom dike.
Li Kurdistanê, rihê 15’ê Tebaxê bû bingeha xeta Şerê Parastina Rewa û şêwayê wê yê zihnî û jiyanî. Rêber Apo, pêngava 15’ê Tebaxê ne tenê weke pêngavekî leşkerî bi nav kir û pêşxist. Weke pêngava ji nûve vejînkirina heqîqeta gelekî li ber pençê qirkirinê bi nav kir. Weke zihniyeteke nû, jiyaneke nû û pênaseyekî nû ya hebûnê bi nav kir. Ji bo wê jî Rêbertiya me ev nîv sedsale tekoşîn dike û berxwedanekî dîrokî ya mînaka wê li cîhanê çênebûye pêşdixîne. Rêbertiya me bi vê meşa dîrokî paradîgmaya Netewa Demokratîk pêşxist. Di bin şertên esareta herî giran de, ked û fedekariyeke bêhempa ji bo azadiya jin û bi hevre bûna gelan têdikoşe. Eger ev pêngava dîrokî 37 sale, bû xwedî ewqas nirxên mezin û destkeftiyan, her wiha di roja îro de bandora xwe li Rojhilata Navîn û Cîhanê dike bi saya keda mezin ya fikir, felsefe û bîrdoziya Rêber Apo û heqîqeta deh hezaran hevalên me yê şehîd e.
Di sala 37’emîn ya pêngava 15’ê Tebaxê de, gerîlayên serdemê kêlî bi kêlî bi rihê Agîdan şer dikin û berxwedanekî dîrokî dimeşînin. Dewleta Tirk a dagirker, beriya 37 salan ji bo pêşî li vê pêngava dîrokî bigre û rihê Apogerî tune bike tevahî hêza xweyî dewletê seferber kir lê bi serneket. Îro jî bi zihniyetekî hîn paşde mayî, bi kiryarên dij mirovî şerekî herî qirêj dide meşandin lê cardin li hemberî berxwedana gerîlayên di şopa Agîdan de şer dikin, li hemberî milîtanên Rêber Apo bi heman binkeftinê re rû berûye. Li dijî vê şerê qirêj, gerîla bi rihê 15’ê Tebaxê şer dike û li ber xwe dide. Li hemberî faşîzma dewleta Tirk ya qirker, Sekna fedaîyane ya hevalên me di şerê li Heftenîn û Garê de nîşan dan, îro jî li çiyayê Zagros, Metîna û Zapê tê jiyînkirin berdewamiya rihê 15 tebaxê ye. Gerîlayên HPG’ê û YJA Star’ê, bi vê zanebûna erka dîrokî bi rihê berxwedêr careke din ji cîhanê re îspat kirin ku yekane rêya azadî û serkeftinê bi pêşxistina xeta Şerê Gel ê Şoreşgerî dikare pêkan bibe. Ev rastî û baweriya gerîla û gelê me di roja îro de jiyan dike û dide jiyan kirin rihê pêngava 15’ê Tebaxê ye. Erk û berpirsyarên di roja îro de ji me têne xwestin, em weke jin, gel û partî encax dikarin bi rihê pêngava 15’ê Tebaxê bersiv bidin. Ev dema dîrokî ku em têre derbas dibin, sekin û biryardariya rihê pêngava 15’ê Tebaxê ji me dixweze. Em di dawî de dibêjin em ê sala 38’emîn bi heman îdîa û biryarê pêşwazî bikin û azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe mîsoger bikin. Dawî li polîtîka qirkirina li ser jinan bînin.
Li ser bingeha vê bîr û baweriyê em cejna vejînê li Rêbertiya me, tevahî şehîdên şoreşê, gelê meyî berxwedêr, jinên tekoşînvan û li tevahî hevalên me yên çeper bi çeper li ber xwe didin pîroz dikin. Wan bi germahî û rihê 15’ê Tebaxê silav dikin. Bi ronahî û rihê cejna vejînê, em dibêjin wê sala 38’emîn ya pêngava 15’ê Tebaxê, bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, bibe sala azadiya hemû jinan û serkeftina gelê Kurd û tevahî gelên Rojhilata Navîn.
Koordînasyona PAJK
14.08.2021