Komploya 15’ê Sibata 1999’an ya li dijî Rêbertiya me dikeve sala 25’emîn. 15’ê Sibatê roja reş e, roja qirkirina Kurda ye. Komploya li dijî azadiya jinê ye. Em vê komploya di şexsê Rêber Apo de li hemberî jinan, gelê me û tevahî mirovahiyê pêk hat şermezar dikin hêrs û kîna xwe ya li dijî vê roja reş tînin ziman. Di şexsê hevrê Halît Oral û Aynûr Artan de tevahî şehîdên ku bi dirûşmeya ‘hûn nikarin roja me tarî bikin’ li dora Rêbertiyê bûn xeleka ji agir bibîrtînin. Rêber Apo di 24 salên komployê de ji bo me bûye fêrker û rêberê meşandina tekoşîna li dijî komplogeran. Em ê li ser vê hîmê û ezmûna dîrokî ya Rêbertiya me tekoşîna xwe di sala 25’emîn de bilind bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo teqez mîsoger bikin. Ev erk û berpirsyariya herî dîrokî ye ji bo mîsogerkirina şoraşa azadiyê ye.
Di rojên em dikevin sala 25’emîn ya komployê de gelê me bi erdhejekî mezin re rû berû hat. Erdheja ku bû sedem bi deh hezaran mirovên me jiyana xwe ji dest bidin û bi deh hezaran birîndar bibin êşekî giran û mezin bi gelê Kurdistanê, Tirkiyê û Sûriyê daye jiyan kirin. Em mirovên me yên ku di vê erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bibîrtînin û êşa gelê xwe parve dikin. Ji tevahî birîndaran re şîfaya lezgîn dixwezin.
Di serî de faşîzma AKP-MHP’ê, hêzên serdest û pergala kapîtalîst yê desthilata xwe li ser kuştina mirovan û talana xwezayê didomînin berpirsyariyê vê erdhejê ne. Eger di dema xwe de tedbîrên pêwîst bihatana girtin wê encama vê erdhejê ewqas giran nehatiba jiyan kirin. Desthilata faşîst û qirker ya AKP-MHP’ê pir eşkere guhê ji hemû hişyarên li ser vê erdhejê hatibûn kirin re girtiye. Di vê erdhejê de rûreşî, dijminahî û zihniyeta dewletê ya li dijî mirovahiyê carekî din eşkere bûye. Hevgirtin û yekîtiya xwişk-biratiya gelan bi serketiye. Rêbertiya me bi paradîgma Demokratîk-Ekolojîk û azadîxwaziya jinê hîmê vê hevgirtinê ji bo azadiya tevahî mirovahiyê avêtiye. Bi vê erdhejê re carekî din derket holê paradîgma Rêber Apo ji bo gelan çiqasî girîng e.
Bi dîlgirtina Rêber Apo planekî berfereh ya qirkirinê û tinekirina mirovahiyê hate danîn. Ev plan bi şerê cîhanê yê sêyemîn xistin meriyetê. Ev şer bi her rê û rêbazan li dijî hebûn, nasname, çand, dîrok, xweza û hemû qada jiyanê berdewam dike. Mirovahî bi tehdîdekî mezin ya jiyan-mirinê re rû berû ye. Derketina Rêber Apo li dijî vê tehdîd û xeteriyê bû. Ji bo pêşî li vê plana xeternak bigre tekoşînekî mezin pêşxist. Bi komployê xwestin pêşiya vê tekoşînê bigrin. Rêber Apo hem li derve û hem li Îmraliyê li ser esasê vê plangeriya mezin ya li hemberî jin-civak û mirovahiyê hatiye pêşxistin vala derxîne û li dijî wê bisekinê têkoşiya û li ber xwe dide.
24 sale berxwedanekî dîrokî ya ku mînaka wê li cîhanê çênebûye ji aliyê Rêbertiya me ve tê meşandin. Ev berxwedan berxwedana jina ye, berxwedana gela ye. Ev berxwedan berxwedana parastina hemû nirxên mirovahiyê ye. Parastina hebûn û wîjdanê mirovahiyê ye. Berxwedana di tekoşîna azadiyê de îsrar kirine. Rêber Apo di her kêliya vê berxwedana dîrokî de paradîgma pêşxist û pêşkêşî gelê Kurd, jinan û tevahî gelan kir. Di serî de jinên Kurd, gelê me û tevahî mirovahî dêndarê Rêber Apo ye. Eger hîna jî Rêber Apo dîl girtiye ev berpirsyariya me hemûya ye. Rêber Apo yek kêliyê ji bo jiyana xwe ya takekesî jiyan nekir. Kêlî bi kêlî jiyana xwe ji bo ferdê azad biafirînê, ji bo jina tekoşînvan pêşbixîne, ji bo civakekî berxwedêr û zane pêşbikeve paradîgma û tekoşîna azadiya jinê pêşxist.
Parastina Rêber Apo parastina azadiya jinê û mirovahiyê ye. Divê di serî de jin, ciwan û gelê me di sala 25’emîn ya komployê de bi zanebûna viya tekoşîna xwe bilindtir bikin. Heta ku azadiya Rêbertiya me ya fîzîkî pêk neyê, ne siyaseta şer, ne plana qirkirina civakê, ne feqerî û ne jî xirakirina ekolojiyê wê bi dawî nebê. Faşîzma AKP-MHP’ê di siyaseta şer de, di tinekirin û tasfiyekirina destkeftiyên şoreşa azadiyê de bi îsrar e. Di tinekirina pêşeroja demokratîk ya gelan de jî bi îsrar e.
Ev faşîzma ku li ser tevahiya Kurdistanê û Tirkiyê tê meşandin tenê dikare bi tekoşîna jinan, bi berxwedanê û hevgirtina gelan werê têk birin. Tekoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çiqas werê berferehkirin wê ewqas parastina şoreşa azadiyê mîsoger bibe. Divê em bi vê zanebûnê tekoşînê mezin bikin û pergala Îmraliyê di sala 25’emîn ya komployê de hilweşînin.
Koordinasyona PAJK