15’ê Tebaxê herî zêde jî ji bo jinê watedar e

0Shares

Elîf Pazarcik

Di serî de ez salvegera pêngava 15’ê Tebaxê li Rêbertî, gelê Kurd û jinên Kurd pîroz dikim. Hemû rêhevalên ku di pêngava 15’ê Tebaxê de rol leyîstin û şehîd bûn bi minet û rêzdarî bi bîr tînim. Ev pêngav ku piranî bi hewldan û keda rêhevalê Egîd û Mistefa Yondem û pir hevalên din pêşket, bi taybet ez dixwazim rêhevalên Egîd û Mistefa Yondem bi vê munasebetê bibîr bînim. Em wek jin pir tiştan deyndarê Rêhevalê Egîd in, ku mohra xwe li pêngava 15’ê Tebaxê xist. Bi artêşbûna rast, bi feraseta rast a parastina rewa, bi pêşxistina xwe,

fermandarbûn, hakimiyeta li ser taktîkê û azadkîrina gelê xwe, rêhevaltiyeke rast û bersiveke rast em ê bikaribin vê deynê xwe bidin. Di warê dîrokî de deyneke me ya wiha heye. Me jinan têkoşîna ku bibin layiqê hevalê Egîd û Mistefa Yondem da û em ê ji vir pê ve jî bidin. Ez di wê baweriyê de me ku biqasî me ev kir, em ê bikaribin di gel van rêhevalan rêhevaltiyeke rast pêşbixin, bikaribin bibin berdevkên wan.

Wateyeke dîrokî ya pêngava 15’ê Tebaxê hem ji bo gelê Kurd, hem ji bo jinên Kurd heye. Beriya vê pêngavê gelê Kurd ji rastiya xwe bi temamî hatibû dûrxistin. Ji nasnameya xwe biyanî bibû. Çi nirxên gelê Kurd hebe hemû ketibû jêr kontrola mêtingeran. Hatibû tinekirin. Dixwestin her çi bi navê Kurdan hebe ji holê rakin. Digotin Kurd ji bo xwe nikare tiştekê bike, heke du Kurd werin ba hev encex dê şer bikin. Kurdan jî piranî ji bo xwe,  ji bo gelê xwe têkoşîn nekirin. Ji bo hêzên din têkoşan. Ne hêzên serdest ên Rojhilata Navîn, ne jî hêzên emperyal qet bawer nedikirin ku Kurd dê xwe birêxistin bikin. Ji bo gelê xwe dê têkoşîna hebûna xwe, têkoşîna xwe ya civakî bidin meşandin. Ji ber ku gelê Kurd ketibû wê rewşê her bi navê Kurdîtiyê bitevger bibû, her ku serî rakiribû îsyana wî bi awayekî xwînî hatibû perçiqandin, tinekirin. Nexasim bi navê Kurdan kê/kî biwêre û têkoşîneke wiha bide destpêkirin! Nêzîkatiya giştî wiha bû. Hêzên serdest ên Rojhilata Navîn jî bi vî awayî bidest digirtin. Hêzên navnetewî jî wiha şîrove dikirin. Hevpeyman jî li ser vê pêşdiketin. Armanca polîtîkaya ‘dabeş bike, parçe bike, birêve bibe’ ev bû. Ango armanc ew bû ku nehêlin Kurd rastiya xwe û li hebûna xwe xwedî derkevin. Lê belê di van şertûmercan de Rêbertiya me têkoşîn da destpêkirin. Li derdora wî grûbek ava bû, vê grûbê jî bi xwe re rêxistinbûn kire rojev. Vê grûbê dema xwe birêxistin kir, di bingeh de pir rastiyeke civakî û dîrokî ku pişta xwe bispêrê nebû. Herçend dîrokeke pir xurt a gelê Kurd hebû, lê belê serdestan xwestibûn vê dîrokê tine bikin. Lewma em dikarin bêjin derketina yekemîn grûbê û pêngava ku li derdora Rêbertî hate avêtin û piştre jî pêngava 15’ê Tebaxê ji van yekan re bû bersiv: ‘Em jî di nav civata mirovahiyê de hene. Çendî xwestibin gelê Kurd ji cîhana mirovahiyê derbixin jî, ji alema mirovahiyê nehatibe hesibandin jî em hene.’Çalekî, pêngav û vebûna vê hate kirin. Destpêkirina têkoşîna hebûnê ye. Ji polîtîkayên îmha û înkarê re hate gotin “hûn nikarin min tine bikin, ez jî heme û di nav civata mirovahiyê de ez dixwazim bijîm.”Ev pêngav û çalekiya hebûnê ye. Ji bo hebûnê teqandina yekemîn guleyê ye. Bêguman ji bo gelê Kurd xwedî wateyeke mezin e. Heya wê demê gelê Kurd di vê astê de têkoşîn pêşnexistibû, birêxistin nebibû. Kê/kî serî rakiribû hatibû perçiqandin. Bi ser navê Kurdîtiyê her tişta hate gotin wek tewan û sûç dihate hesibandin. 15’ê Tebaxê pêngava werqulipandina vê dîrokê ye. Navê afirandina xwe, xwedîderketina nasnameya xwe ye.

Ev rewş ji bo jina Kurd jî bi vî awayî ye. Heta wateya wê hîna kûr e. Çawa dixwestin gelê Kurd û Kurdistanê tine bikin, jina Kurd jî ne li derveyî vê bû. Heta piştî her şerê ku li ser Kurdistanê hate meşandin, her tim jin wek xenîmeta şer hate bidestgirtin. Di cîhanê de jî wiha ye. Di tevahiya şeran de jin wek xenîmet tê bidestgirtin. Di şerê li ser erdnîgariya Kurdistanê hate pêşxistin de jî êşa herî mezin, êrîşa herî mezin jinê jiyaye. Bi heqareta herî dijwar û destavêtinê rûbirû maye. Di şerê li Kurdistanê ya ku di serî de xwestin dest danîn ser jin bû. Jina Kurd bi dewsa bikeve dest xwe ji zinaran avêt. Xwe parçe parçe kir. Di van şeran de ji bo ku li ser wê lîstok neyê pêşxistin, ji bo jin rastî destavêtin û destwerdanê neyê, nekeve jêr kontrola dijmin, jinên Kurd xwe ji zinaran avêtin. Li beramberî dijmin hertim têkoşîn da meşandin. Her çiqas ev têkoşîn zêde birêxistinkirî nebe jî, di asta eşîret û herêman de mabe jî, di van şeran de hertim jinê têkoşîn û hewldana ku xwe, welatê xwe, rûmeta xwe, nirxên ayîdê Kurdistanê biparêze da meşandin. Ku dijmin xwest dest biavêje van nirxan, jina Kurd bi îsyanê bersiv dayê. 15’ê Tebaxê di vê wateyê de herî zêde jî ji bo jinê watedar e, ji ber ku dîroka destwerdan û tecawizê red kiriye.

Di pêngava 15’ê Tebaxê de du rêhevalên jin jî cih girtin. Rêhevala Hatîce û Hava. Ev xwedî wateyeke mezin e. Ji hêla jinê ve yekemîn pêngava hebûnê ye. Di heman demê de pêngava 15’ê Tebaxê di erdnîgariya Kurdistanê de lêgera jinê jî pêşxist. Jinê karî bêje “Ez jî di nav vê têkoşînê de heme, ez jî dixwazim tevlî bibim, ez azadiya xwe di nav vê têkoşînê de dibînim, ez ê vê têkoşînê biafirînim.”Bi vê pêngavê ve di serî de li bakur, li her çar parçeyên Kurdistanê xwe birêxistin kir û gihîşte têkoşîna berxwedanê. Di vê wateyê de karî tevlî pêngava 15’ê tebaxê bibe û jê re bibe bersiv. Pêşeroja xwe di vê têkoşînê de dît. Ango 15’ê Tebaxê ji hêla jina Kurd ve xwedî wateyeke dîrokî ye.

Bêguman pêngava 15’ê Tebaxê ji bo artşbûna jinê zemîneke mezin amade kir. Di navber her duyan de jî rasterast girêdan heye. Heke ji hêla hejmar ve jî em lê mêze bikin herikîna jinan di nav refên gêrîla piştî vê pêvajoyê zêde bû. Jixwe yekemîn artêşbûna jinê di cîhanê de ye. Ger pêngava 15’ê Tebaxê pêş neketibûya, li ser vê jî artêşa gêrîla pêşneketibûya, dê artêşbûna jinê jî çênebibûya. Pêngava 15’ê Tebaxê pêşket, hejmareke zêde jin tevlî bûn. Têkoşîna me bilind bû, hem zemînê partîbûnê hem jî zemînê artêşbûna jinê avabû. Aliyeke din jî ew e ku li pir derên cîhanê jin bi têkoşînên cuda cuda dikarin xwedî li hebûna xwe derkevin, lê belê di rastiya Kurdistanê de ev negengaz bû. Di nav rastiya ku bi tevahî tine dihate dîtin û dihate înkarkirin, ji bilî şerkirin alternatîfek nemabû. Lewma artêşbûn pêdiviyeke zerûrî bû. Ji bo jinê jî wiha bû. Tevlîbûna du rêhevalên jin di nav pêngavê de zemînê pêşî yê van pêşketinan îfade dike. Em dikarin bêjin ger têkoşîna jinê di heman parelelê nehatibûya meşandin, her wiha artşêbûna jinê diheman parelelê pêşneketibûya, ji hêla têkoşîna me ve dê bibûya kêmasiyeke mezin. Dê wek pir têkoşînên din pirsgirêka jinê ji dema piştî şoreşê re bihata hiştin ku ev jî dihate wateya biserneketinê. Jixwe mînakên vê jî pir in. Bi demê re jina Kurd ev rastî zehf baş ferq kir. Têgihîşt ku artêşbûn nebe azad nabe, nikare gelê xwe azad bike û 15’ê Tebaxê ev bi me da hîskirin. Du rêhevalên jin tevlî pêngava 15’ê Tebaxê bûn, her wiha di demên piştî wê jî tevlîbûna jinê di nav şer de nîşan da ku artêş, şer û gêrîlatî tenê ne ayîdê zilam e, jin jî dikare vê bike. Çawa ku serdest xwedî artêş in, bi rêya artêşên xwe bindestan diperçiqînin, pêwîstî heye bindest jî ji bo xwe biparêzin artêşa wan hebe. Artêşbûna jinê jî tê vê wateyê. Gêrîlatî pêşbikeve negengaz e ku  artêşa jinê, gêrîlayên jin di nav vê de nebe. Heya wê demê di nav artêşê de her zilam hebûn. Ya ku mohra xwe lê xist jî karakterê zilam bû. Di vê wateyê de artêşa me pir xweser e. Tevlîbûna çalak a jinan di nav refên gêrîla û bi demê e jî xwe bi awayê artêş birêxistinkirin, li beramberê artêşên ku karakterazilam li ser wan hakime, alternatîf e.

Divê ji bîr neçe, yekemîn artêşbûna jinê, têkoşîna vê ewqas hêsan jî pêşneket. Di encama hewldan û têkoşînên mezin avabû. Lewma tevlîbûna yekemîn rêhevalên jin jî pir watedar e. Ji ber ‘yekemîn’ ji me re afirandin. Wan rêgezên gêrîlatiyê, rêgezên artêşbûna jinê û bingeha vê avakirin. Di serî de zilam lê belê paşverûtiya jinê jî şer û artêş wek karê zilam didîtin. Ev diyarde wek ku yên zilam in, dihate dîtin. Bi taybet zilam hêsan û rehet qebûl nekir, hezm nekir. Piştî ku jin tevlî bû, bi pratîka xwe îsbat kir, paşê ev raman hilweşiya. Dema ku pir rêhevalên me yên jin tevlî çalekiyan dibûn, şer dikirin, senger çêdikirin, di diyarkirina taktîka şer de çalak rol dileyîstin, manga çêdikirin û hwd. zilam bêbawer bû. Lê her ku jinê bi pratîka xwe ev îsbat kir, qadên xwe yên jînê afirand bêbaweriya zilam da derbaskirin. Wiha jî gêrîla ji karakterê zilam derket. Di nav têkoşîna me de artêşbûna jinê yek ji çalekiyên herî radîkal a azadiyê ye. Li cihekê zilamê serdest û jina kole hebe, ji bo derbaskirina vê hewcehî heye têkoşîna azadiya ya dijwar were meşandin ku ev dualîte têk biçe. Artêşbûna jinê di vê wateyê de derketineke dîrokî ye li dijî vê dualîteyê.  Artêşbûna jinê nebûya têkoşîna me nedikarî bigihîje vê astê. Ev jî yek ji xala cudabûna me ji şoreşên din ên cîhanê ye.

Artêşbûna jinê ku pêşket, gelê Kurd bi tedbîr nêzîk bû, dixwest fêm bike. Her ku jinên Kurd tevlî bûn, gêrîla jî kete nav gel, di nav gel de heyraniyeke erjeng pêşket. Gelê me bi fedakriyeke mezin şervanên jin hembêz kir. Pir deverên ku hevalên xort nedikarîn têkevin, hevalên jin diçûnê. Di nav civakê de ev pêşket; “Îro jinên Kurd ji bo welatê xwe diçin çiya û şer dikin, têkoşîn didin, zilam gerek dike ji wan zêdetir tevlî bibin.”Ango ez dixwazim wiha bêjim; bi tevlîbûna jinê re pir zilam jî tevlî têkoşînê bûn. Bû sedem zilam tevlî bibin, bixwe jî bi pîvanên rast tevlî bibin.

Artêşa jinê bi artêşbûna giştî ve parelel pêşketiye, ji jêrê heya rêxistina herî jorê xweser avabûye. Ji hêza taximê heya yekîneyê birêxistin bûye.

Biryara artêşbûna jinê ku hate stendin û hate pratîkirin di nav jinê de jî nêzîkatiyên paşverû çêbûn. Jin li xwe bêbawer bû. Hertim li kêleka zilam û tiştên ku wî gotibû kiribû. Lewma hêsan nebû jina di vê rewşê de û zilam vê qebûl bikin.

Jin tevlî şer bû, di nav çalekiyê de hêza xwe nîşan da. Wiha jî karî vîn, hêz û têgihîştina azadiya xwe derxîne derve. Ev jî pêngav bi pêngav pêşket. Di wateya siyasî, civakî û leşkerî de artêşbûna jinê pêşket.  Îro partiya jinê, bizava jinê di asteke bilind de pêşketiye, ev jî bi artêşbûna jinê ve girêdayî ye. Elbet Rêbertiya me keda vê da, ji bo artêşbûna jinê pêşbikeve hewl da, ruxmî ku jin jê re amade nebû ew pêşxist. Bû sedem jin bixwe bawer be, vîna xwe derxîne holê. Em ji vê re amade nebûn, lê Rêbertî em xistin nav de. Me jî hêza xwe nas kir û got em jî di nav vê têkoşînê de ne. Me têkoşîna hebûn û azadiyê da meşandin.

Artêşbûna jinê îro di asteke bilind de pêşketiye û ev gelê Kurd jî pir bandor dike. Ji ber civakê ji jinê bawer nedikir, digot tenê jin dikare karê malê bike, nikare derkeve derveyî malê, heke ji malê derkeve dibe skandal, wek pirsgirêka namûsê dihate bidestgirtin, ev nêzîkatî tev bi artêşbûna jinê ji binî ve hilweşiya.

Bi sedan rêhevalên xort li piştî hevalên jin meşiyan û ew ji bo xwe wek fermandar pejirandin, yek ji wan jî rêhevalê Fîkrî Baygeldî ye ku got: “Hevala Sema fermandara min e, ez li jêr fermana wê me. Telîmata fermandar tê bicihanîn” û wiha jî çalekiya xwe pêk anî. Di artêşbûna jinê de hevala Bêrîtan jî xwedî rol e. Bû xeta vê yekê. Rêhevala Bêrîtan di pêvajoya ku  xiyanet û berxwedan li kêleka hev bûn, bi çalekiya xwe pir dijwar diyar kir ku ev her du bi hev re nabin.Vê çalekiyê pîvana fermandariyê jî derxiste holê. Berxwedana jina azad nîşan da. Rêbertiya me wiha dide diyarkirin: Jina şer bike xweşik dibe, ya xweşik dibe jî azad dibe, ya azad dibe tê hezkirin. Birastî jî wiha ye. Artêşbûna jinê û jina Kurd ev afirand. Gelê Kurd û gelên herêmê jî ev dîtin.

Di warê artêşbûnê de hin kêmasiyên me hene. Lê belê me artêşbûn di asteke bilind de pêşxistiye. Vê bandor li herêmê kiriye. Ya hewce em bikaribin encamên heyî veguhêzin derve. Em vê serbixin dê hevkariyeke xurt a jinan pêş bikeve, tevlîbûn zêde bibe.

Di derbarê artêşbûna jinê de, ez dixwazim hin tiştên din jî vebêjim. Dema pêngava artêşbûnê bihata avêtin, Rêbertî pirsî ka li hemû eyaletan were pêşxistin an na. Pir eyaletan bersiv dan ku “Jin tevlî artêşê nebe. Tenêtevlî qadên civakî û siyasî bibe.” Tenê qada Botanê goti bila ji sedî deh, an jî panzdeh hevalên jin hebin. Lê belê Rêbertî di 1’ê Çileya sala 1993’an artêşa jinê îlan kir. Her wiha xwest di her qadê de jin hebe. Da diyarkirin: “Artêşbûna jinê dê parelelê artêşa giştî pêşbikeve. Bêyî di nav hev de bihelin, dê hêz bidin hev. Yekîtî ava bikin, xweseriya xwe biparêzin.”

Di demên pêşî de rêhevalên xort hevalên jin wek namûsê didîtin. Ji ber vê nêzîkatiyê pir heval ber bi şehadetê ve jî çûn. Lê belê jinê bi pratîka xwe ve ev guherand. Destpêkê hevalên xort hîç baweriya xwe bi jinê neanîn, paşê jî tevlîbûna hevalên jin di nav çalekiyê wek pîvana serkeftina wê çalekiyê hate dîtin. Ez bixwe jî bûm şahid. Di çalekiyên ku hevalên jin cih negirtibûna, hevlalên xort jî nedixwestin tevlî bibin.

Elbet Rêbertî dizanî dê nêzîkatiyên şaş û li gor xwe jî pêşbikevin. Lewma komîteyên azadî û wekheviyê sazkir. Wiha jî hewl da mafê jinê biparêze û jin bikaribe di her qadê de temsîla xwe bibîne. Piştre jî di sala 1995’an ‘Qutbûna Fîzîkî’ kete rojevê.

Stratejiya me ya kevn li ser esasê şerê gel ê demdirêj bû ku taktîk jî li gor vê diyar dibû. Lê belê bi guhertina paradîgmayê re stratejiya parastina rewa pêşket. Ev xet di xizmeta pêşxistina siyaset û têkoşîna demokratîk de ye. Rola wê ew e ku li pêşiya siyasetê veke. HPG û YJA-Star bi vê perspektîfê tevdigerin. Di vê qonaxa ku têkoşîna azadiya gelê me gihîştiye asteke bilind, gêrîla di nav pêngava çareseriya demokratîk de ye, erk û berpirsyariyên mezin dikevin ser milê artêşa jinê. Azadiya Rêber APO, parastina nirxên gelê Kurd, pêşxistina xeta parastina rewa ya jinê mîsyona YJA-Starê duqat zêdetir dike.

Di dawî de careke din ez pêngava 15’ê Tebaxê li Rêber APO, gelê me û jinên Kurd pîroz dikim. Biqasî em bi ruhê 15’ê Tebaxê têbikoşin, em ê bikaribin serkeftinê bidest bixin.