Mehabad Gever
Bi rojane baran dibare. Bihar bi hemû hêza xwe ve xwe dide hîskirin. Dil niha dixwaze bimeşe, di bin barana bi dînîtî di dibare de, di bin lêdana brûskan de… Destê xwe vedikim, ber bi asîmanan ve radikim. Li bin baranê ku min di nav lepê xwe de komkirine li rûyê xwe didim. Ji hemû janên xwe xilas dibim, bi hîskirina libên baranê di laşê xwe de, hebûna xwe dibînim. Tama şilahiya ku ji rûyê min xwe ber bi hemû laşê min de diberde digrim û dibêjim; dema wê ye.
Niha dema wê ye! Dema azadkirina wan xewnên me ê nîvço hatine hiştin, kenên me ê li quncikan de veşartî mayî û gotinên me ê ku di kuçeyên tarî de dîl hatine girtin e…
Zirxê wêrektiyê li xwe dipêçim û di rêçika ku bi giyayê qasî çokekî bilind bûyî de dimeşim. Di vê dema şil de, weke ku ez dê careke din vê hestê nejîm hêdî hêdî gavan davêjim. Niha bi meyzekirinên şil ê nîvkenî, di halekî şilopilo bûyî de li vê xweşikiya xwezayê dinêrim. Di nav vê dema bêdawî de li wan mekanên xeyalên bê dawî de gerînek ez girtime. Ew hevalên min ku min ji bîr nekirine, ê ku ti caran ez ji bîr nakim rêz dibin li ber çavê min, zoriyekê dide sînorê ramanê min û ber bayê lehiya hestan dikevim. Hemû wextê min bi êşek hînik ku di cihê herî kûr ê dilê min de vebûye tê dagirtin. Bê wext, bêyî xatir bixwazin, ew hevalên min ê ku hêdî hedî çûn, kenê wan bi safiya zarokati diyar dibe, ji riya min re dibe ronahî…
Herî destpêkê ti tê bîra min. Biharên Wanê û wan meşên ku me di van deman de kirî tên bîramin. Dengê dilopên ku li şibakeyên me dida ji bo me sedema kişkirinê bû. Dûre me xwe berdida ber bi şilahiya asfaltê re, têrî me nedikir û em ber bi axê ve dibezîn. Em dibûn rêwiyên Xaçortê, me bêrîkirinên xwe di meyzekirinên bi hêvî dagirtî ê zarokên rûken de mezin dikir. Di nava wan malên ban nizim ê şermoke de hêdî hêdî pêşve diçûn û bi coş bêhna axa şil ji dil de dikişand.
Ew meşên me yên ku zêdeyî bi bêdengî derbas dibûn… Ew meşên me yên ku di bin lêdana brûskan û barana bê sebir ku di barî de… Nizanim ji çiye, tenê nîv kenek hebû di meyzekirinên me de. Weke ku meyzekirinên me her tişt dianî ser ziman. Me dixwest ev dem qet xilas nebe. Ne baran ne jî ev rê ya axî. Her çiqas em ji jor heya jêr şilopilo bûbin jî em di nava kêfxweşiya di rê de bûyînê de bûn. Ji xwe xweza bi hemû xweşikiya xwe hatibû eşqê. Şînatiya biharê ku dil hênîk dike û rê ya axî a ku barana dibare şil dike… Dîsa ew zarokên ku li serê kuçeyan de kêfa barana dibarî dikirin hebûn.
Ew zarokên ku bi kenê xwe ê xweşik di dilê me de demsala biharê didan jiyîn…
Ew zarokên ku hêviya rojên rû biken di wan de veşartî…
Ew zarokên ku bi mirinan, panzêran, zîndanan, zilmê mezin dibûn…
Ew zarokên ku ji destê wan kevir, ji dilê wan hêvî, ji çavê wan ken ti caran kêm nebûyî…
Ew zarokên di walatek qedexe de hemû cure lîstokên wan hatiye qedekirin…
Ew zarokên me ê ku ser, çav û pora wan tevlîhev bûyî, rûxmê ku lîstokên wan di şevên tarî de ji wan hatî dizîn jî, dîsa biken li derdora xwe meyze dikirin…
Zarokên me. Zarokên ku xwesteka jiyanê bi me dane heskirin, heya dawî rast, ji mirinan jiyan dane afirandin…
Zarok ax zarok! Berbi me ve di bezîn zarok. Bi bezîna wan re baranê jî zêde dikir. Zîlan ji nava hemûyan di filitî, di ket pêşiya wan û dihat te hembêz dikir. Ax Zîlan! Hat, bes te nedît. Sozê we hebû. Soza te ji Zîlan re hebû. Tê bi destê wî girtiba û bi aniya van wargehên azad. Hat, bes wî te nedît. Li ser van çiyayan we hev hembêz nekir. Niha Zîlan mezin bûye. Yek ji hevalên ku herî zêde bîranîna te hundirîn kiriye ye. Di hevdîtina me ya dawî de her tu hebûyî di zimanê wî de. Bê navber behsa te dikir, di her behskirinê de çavên wî şildibûn. Piştre jî digot “Pêwîste ez bihêz bim, heval Denîz ev dixwest. Niha dema têkoşîna wî gihandina serkeftinê ye.” Ez jî ji nav wan xeyalên kûr bi xemzeyên di rûyê Zîlan de derdiket û rizgar dibûm.
Bi rik di bare baran, ez bi rik dimeşim di bin barana di bare de. Tişta min dide meşandin ne xwesteka çûyîna wan axên nehatine fetihkirin e. Ne xwesteka gihîştina cihna ye, rewşek nediyar qet nîn e. Sedemê her tiştekî hebû bes ji her sedemê re gotin peydakirin ewqas jî rehet nebû. Piranî bi jiyankirinê watedar dibûn. Xwe bê deng, bê gotin ber bi herikînê ve berdan e. Ji ber wê jî em bêyî ku lêpirsîn bikin dikevin rê. Ne rewşek revê ye. Dil dizane wê leqayî çi were, ji kûr de hîs dike. Dibe ku bûyera hiskirinê ji nû de jiyîne. Ew hiskirinên me ê ku me qîrnekirî bes ewqas jî di dilê me de bi cih nebûyî ne.
Niha li wargehên azad, di bin barana bi şid dibare de dimeşim. Tenê ez heme. Her çiqas ez ji wî bajarê surgunî ku me xeyalên xwe bi biryardariya jiyanek azad tacîdar dikir dûrbim jî, bi te re me. Bi wan zarokên ku di nava heriyê de tenê çavên wan û kenê wan xuya dikir re me. Niha rêçikan derbas dikim.
Dengê rûbarê di herike, hevaltî dike ji bê dengiya min re. Ya din jî ritmê dilopan ku bi giyayan re digre… Ev senfoniyeke; senfoniya biharê…
Piştî demekê gotinên germ ku li ser lêvan di nîvî de mane tên bîra min. Dibe ku ne gotina dawî be bes diêşîne, gelek caran jî dil bi xwîn dike. Tiştên rihet dihat zanîn meger çiqas zor bûn! Ev dem demên ku ti stran nikare cihê wan bigre ye. Dibe ku ji ber wê be; ew girînên me ê ku di şevên tarî de, bê tavehîv de me nikarî bû bi wan re rûbirû bimînin bi şêwazek şikestinî zorî li deriyê me kirin… Tişta herî zehmet zordestiyek kûr a wan gotinên ku pêwîst bû bigihîjin cihê xwe û di dema çûyînê de gotinên hatine komkirin di dil de hewandin e. Ew bûn ê ku bi her şêwazî di laşê me de janên bi şewat di afirand.
Gelek gotinên komkirî di hembêza min de hene. Gotinên ku min di demê de negotî, dema ku min xwest ez bibêjim bi baranên biharê hatim girtin… Ne bêhêvîbûyîn bû. Gelek caran di bin heman asîmanan de bûyîn jî têr dike. Meş, rûxmî her tiştî terpilîna germahiya çavên biken û bi dilopên baranê safî bûn e. Her çiqas tu şilopilo bibê jî, ji hezarî yek rê tê dîtin û ken di herikin hundirê dil. Ji xwe baran safîker e. Baran dibe sedem ku; gotinên di hiş de derbas nabin bi dawerinîn derbasî dil bibin. Min her li bêrîkirinên xwe weke ku tenêtiyên bê ancam dinêrî. Bes ne wisa bû!
Bêrîkirinên min bûn derman ji bo laşê min ê di nav pirpitînekê de diricîfî.
Dema ku min bi nalîn jan dida, ji şevên min re bûn roj, bûn rê, bûn heval.
Bûn tavehîva ku şevên min ê tarî rohnî dikir.
Bûn hêza meşê, hîskirinên min zêde kirin.
Min dît hevalê min, Denîzê min. Bêyî ku ez bêm girtin, bi barîna baranê re ka çawa meyzekirin germ dibin min dît. Dema gûftugûyên me dicemidîn mezinbûna xeyalên me min dît. Kenên ku ti stran nikare vebêje, ti helbest nikare cihê wan bigre min dît. Min dît hevalê min! Dema tu bêdeng jî bûyî te çiqas tişt digot, gotin çawa di meyzandinên te de şênber dibûn min dît…
Niha dîsa di dîtin de rêwiyek tenê ê vê meşa bêdeng û şil im. Wê bêjin dîn e, bila bêjin. Ezê di her dema bi baran de bi te re, bi rêhevalên xwe ê bi rengê biharê hatine xemilandin re bim. Bi mezinkirina bêrîkirinên xwe ez ê her dem hê zêdetir nêzî te, we bibim û ezê we bijîm. Çawa ku we ji bo aramancê xwe bêyî ku çavên xwe bi nuqitînin, bê teredut bi ser mirinan ve meşiyan, niha di wê rêka ku we rohnîkirî de em hemû demên tarî diqetînin. Soz be heval, em ê baranên bi azadiyê hatine pîrozkirin bi gihijînin we…